
[full_width]
Parlamenterê Iraqê Mihemed Osman got ku PKK hêzek şoreşgere û kes nikare jê re bêje ji Iraq û Herêma Kurdistanê derbikeve.
Soran/Rojnews/Kirkuk
Îro di konferansek a çapemeniyê li ofîsa parlamentoya Iraqê ya Kerkûkê de, Parlamenterê YNK’ê li Parlamentoya Iraqê Mihemed Osman bersiva pirsên rojnamegeran da. Mihemed bal kişande ser gotinên çend parlamenterên Sune yên Iraqî yên ‘PKK terorîste û divê ji Iraq û Herêma Kurdistanê derbikeve’ û got PKK hêzek şoreşger e.
Parlamenterê YNK’ê li Parlamentoya Iraqê Mihemed Osman got; “Hêzên PKK’ê li herêmê xwedî bandorek erênî ye û karîn hêzên DAIŞ’ê bişkênin. PKK’e li Iraq û Herêma Kurdistanê şehîd dane heya ku navendên xwe vekirine. Van parlamenteran serê xwe li kevir xistine. PKK hêzek şoreşger e û kes nikare jê re bêje ji Iraqê derkeve.”
Mihemed Osman wiha jî got; “Pêwîst bû li cihê ku bêjin ‘divê PKK ji Herêma Kurdistanê derkeve’ bigotibane hêzên Tirkiyê yên xaka Iraqê dagirkirine, ji Iraqê derkevin.”
Parlamenterê YNK’ê li Parlamentoya Iraqê Mihemed Osman dawiyê de wiha jî got; “Em PKK’ê weke hêzek şoreşger nas dikin. Heya ku DAIŞ û metirsî hebe wê PKK li herêmê bimîne. Heyder Ebadî bi xwe destxweşiya PKK’ê kiriye. Ji bo wê kes nikare ji PKK’ê re bêje ji xaka Iraq û Herêma Kurdistanê derkevin.”