نوێترین

recent

08/10/2016

Hewlêr Meşel Temo bibîrtîne

[full_width]

Bi amadebûna Dr. Hemîd Derbendî berpirsêdoseya Rojavayê Kurdistanê di dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê de û bi beşdariya hejmarek siyasetmedar, rewşenbîr û aliyên siyasî Nûneratiya Encûmena Nişrimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) pêncemîn salvegera şehîdbûna Meşel Temo li darxist.
Di salvegerê de Serokê Encûmena Nişrimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Ibrahîm Biro xebat û têkoşîna şehîd Meşel Temo anî ziman û daxwaz kir ku, kesên ew serkirdeyê Kurd kuştî pêwîste werin dadgehkirin.
 Şehîd Meşel Temo weke damezrênerê partiya Şepêla Pêşeroj a Kurd li Sûriyê(ŞPKS) dihat naskirin,herwiha serokê wê partiya siyasî jî bû, roleke wî ya giring di şoreşa Sûriyê de hebû, hezkirina xwe û bandora xwe heta niha di dilê miletê Kurd hiştiye.
Piştî derbasbûna 5 salan bi ser kuştina wî ji aliyê kesên nenas ve li bajarê Qamişlo heta niha kujerên Meşel Temo nehatine destnîşan kirin, daku werin dadgeh kirin.
Serkirde û şehîdê bîrûbaweriya xwe Mişel Temo di 7ê Cotmehê sala 2011an de, di destpêka şoreşa Sûriuyê de li bajarê Qamişlo şehîdbû, li gundekê ser bi bajarê Dirbêsiyê ve hate binaxkirin.

Picsart-24-02-23-21-31-09-085